Ted Deutch: ‘Di navbera Îran û Rûsyayê de hevkariyeke nêzîk a gemar heye’
PeyamaKurd – Endamê Kongreya Amerîka yê ji Partiya Demokratan a rêveberiya Koşka Spî Ted Deutch, derbarê danûstandinên beranmeya nukleerî ya Îranê de ku li Vîyenayê dewam dikin, peyamek belav kir.
Ted Deutch dibêje, Îran li cîhanê piştevana herî mezin a terorê ye û ji bo pêwendiyên ligel Rûsyayê jî diyar dike, di navbera herdu dewletan de hevkariyeke nêzîk a gemar heye.
Deutch li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye, rejîma Îranê mezintirîn piştevanê terorîzma li cîhanê ye û daye zanîn: “Hewce ye, Amerîka di civaka navneteweyî de bi şêwazekî bihêztir û berfirehtir çavdêriyê li ser bernameya nukleerî û helwestên şerxwazane yên Îranê bike”.
Ted Deutch daye xuyakirin: “Rejîma Îranê teror û tundûtîjîyê li cîhanê didomîne û bi awayekî eşkere mafê mirovan û yasayên navnetewî binpê dike”.
Senatorê Amerîkî bal kişandiye ser pêwendiyên di navbera Îran û Rûsiyê de jî û gotiye, herdu aliyan ji bo pêşxistina armancên xwe yên gemar û lawazkirina berjewendiyên Amerîkayê, di nav hevkariyên nêzîk de ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin