Tayip Erdogan bi Macron re bi telefonê axifî

14 cotmeh 2019 23:51
Tayip Erdogan bi Macron re bi telefonê axifî

PeyamaKurd- Serokê dewleta Tirkiyê bi rêya telefonê bi serokê Fransayê bi Emmanuel Macron re axifî. Hat ragihandin ku Erdoğan bi telefonê li ser mijara “Kaniya Aştiyê” bi Macron re axifiye û gotiye wê bi vê operasyonê destekê bidin aştî û ewlekariya dinyayê ya kureyî.

Erdoğan di axaftina xwe de behsa yekîtiya axa Sûriyê kiriye tehdîda ji aliyê PKK-YPG û DEAŞê ku li ser Sûriye û Tirkiyê heye, aniye ziman. Heya niha ji aliyê Fransayê de ti beyanek di derbarê naveroka telefonê de nehatiye gotin.

Di heman demê de wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî bi rêya telefonê bi wezîra bergiriyê ya Fransayê, bi Florence Parly re axifî.