Tasçier: Birêz Barzanî dikare ji bo Rojava û Bakur roleke girîng bibîne

18 tebax 2019 14:16
Tasçier: Birêz Barzanî dikare ji bo Rojava û Bakur roleke girîng bibîne

PeyamaKurd - Parlementerê HDPê Îmam Taşçier da xuyakirin ku Serok Barzanî dikare roleke girîng bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bibîne.

Parlementerê HDPê Îmam Taşçier di bernameya “Rojev” a K24ê ku Cemam Batûm pêşkeş dike de, li ser peyamên dawiyê yên serokê damzrînerê PKKê Abdullah Ocalan got, Abdullah Ocalan gihîştiye wê baweriyê ku çareseriya pirsa Kurd bi diyalog û muzekereyê dibe û demek e xebat û projeyên wî di vê derbarê de hene, lê divê ew proje bi dewletê re bên meşandin ne bi partiyekê re.

Taşçier diyar kir, ji bo çareserkirina pirsa Kurd û destpêkirina pêvajoya aştiyê ta niha hikûmeta Tirkiyê ti hevdîtinên fermî bi HDPê re nekirine.

Parlemanterê HDPê bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir û wiha axivî:

“Herêma Kurdistanê ji tevahiya cîhanê re wek nimûneyeke balkêş e, li wir Kurd li ser axa xwe, xwe birêve dibin û parlemantoya wan heye û xwedî hêz e û pêwendiyan welatên cîhanê pê re hene… Birêz Mesûd Barzanî di nava Kurdan de xwedî pêgeheke girîng e û dikare ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê roleke girîng bibîne û hêzê bide tevahiya Kurdan.”