Talîbanê bersiv da peyama Erdogan: Tirkiye birayê me ye!
PeyamaKurd – Piştî ku doh Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji aliyê baweriyê ve pirsgirêk di navbera wan û Talîbanê de nînin û ew dikarin, danûstandinan ligel hev bikin, Berdevkê Talîbanê jî ragihand ku ew hêvî dikin bi Tirkiyê re pêwendiyên baş deynin.
Berdevkê Tevgera Talîban a Afganistanê Zabihullah Mucahîd, diyar kir ku ew dixwazin bi tirkiyê re pêwendiyên baş deynin, lê balafirxaneya Kabulê ku Tirkiye piştî vekişîna Amerîkayê dixwaze ji bo parastina ewlehiya wê tê de bimîne di bin berpirsiyariya Afganan de ye.
Berdevkê Talîbanê gotiye, çareseriya pirsa Afganistanê bi hikûmeteke berfireh a îslamî pêk tê û ew dixwazin bi welatên din re ji bo dabînkirina aştî, ewlehî û avadankirinê bixebitin.
Mucahîd li ser Tirkiyê got, "Em bi Tirkiyê re pêwendiyên baş dixwazin, Tirkiye birayê me ye, di warê baweriyê de gelek xalên me yên hevbeş hene. Em dixwazin Tirkiyê tiştên berê berde û vegere îro û pêşerojê. Piştî wê em dikarin dîyalogê bixwazin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin