Talîbanê 22 leskerên Afgan înfaz kir

14 tîrmeh 2021 19:37
Talîbanê 22 leskerên Afgan înfaz kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên Talîbanê li bajarokê Dolt Abad yê herêma Faryab a nêzî sînorê Afganistan-Tirkmenistanê 22 leşkerên artêşa afgan ên teslîm bûbûn gulebaran kirin û kuştin.

Li ser medya civakî jî dîmenên înfaza leşkerên Afgan hatiye belavkirin ku çek di destê wan de nînin û têne gulebaran kirin.

Televizyona CNN a Amerîkayê li ser dîmenê lêkolîn kiriye û piştrast kiriye ku bûyer li bajarokê Dolt Abad yê herêma Faryab a nêzî sînorê Afganistan û Tirkmenistanê pêk hatiye.

Di dîmenê de çekdarên Talîbanê ji komek leşkerên Afganî yên ji avahiyekê derdikevin û ketine destê wan re banga teslîmbûnê dikin û pê re jî wan gulebaran dikin.

Talîban dibêje, heta niha ji sedî 85ê xaka Afganistanê kontrola kiriye û hrî dawî jî kontrolkirina bajarê Malsitanyan ya wîlayeta Xeznî hatibû ragihandin.