Talîban: Em Esref Xenî û cîgirê wî efû dikin, dikarin vegerin welat!
PeyamaKurd – Rayedarekî payebilind ê Talîbanê ragihand ku ew serokomarê berê Eşref Xenî ku dema Talîban ket Kabûlê terka welat dabû, efû dikin û diyar kir, ew û cîgirê wî dikarin vegerin welat.
Rayedarê Talîbanê bi navê Xelîl el-Rehman Heqanî ji Pakistan Geo TVyê re daye xuyakirin, ew pêşniyaza efûyê li Eşref Xenî û Amrullah Salih dikin û ew dê destûra vegera wan a Afganistanê bidin.
Xelîl el-Rehman Heqanî got, yên ku dibêjin ew ê bi tolhildan tevbigerin dijmin in û wiha pê değ çû: “Em Eşref Xenî, Amrullah Salih ve Hamdullah Mohib (Şêwirmendê Serokomariya Afganistanê) efû dikin. Em ji generalê ku li hember me şer kiriye heta hemû kesên ji rêzê efû dikin.”
Heqanî herwiha bang li welatiyên hewl didin terka welat bikin jî kir ku terka welat nedin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin