Tabloya 2 yê nîsanê: 42.308 pêketiyên nû û 179 wefat hene

03 nîsan 2021 00:31
Tabloya 2 yê nîsanê: 42.308 pêketiyên nû û 179 wefat hene

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya 2 yê nîsanê ya pandemiyê belav kir. Li gor tabloyê jimara pêketiyên Kovid-19 ê îro 42.308 kesin û jimara nexweşên wefat kirine 179 kesin. Rêjeyên din yên ser tabloyê wehanin:

39.070.763 test heya îro hatine kirin.

  3.400.296 test heya îro posîtîv derketine.

       31.892 nexweş heya îro wefat kirine.

         2.182 nexweş halgiranin.

  3.059.462 nexweş heya îro baş bûne.

     248.968 test îro hatine kirin.

       42.308 testên îro posîtîv derketine.

         1.471 nexweşên îro hene.

            179 nexweş îro wefat kirine.

       24.419 nexweş îro baş bûne.