Swêd: Welatê me, niha di rewseke gelek xeternak de ye

19 nîsan 2023 16:30
Swêd: Welatê me, niha di rewseke gelek xeternak de ye

PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson diyar kir ku ew wekî welêt, di rewşeke gelek xeternak de ne û ketina Swêdê ya NATOyê girêdayî biryara Tirkiyeyê ye.

Ulf Kristersson, di derbarê pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê de ji rojnameya Aftonbladetê re daxuyanî da û diyar kir ku ew kêfxweş in ku endamtiya Finlandiyayê ya NATOyê hat qebûlkirin.

Kristersson got, “Ji ber ku em ne di nav NATOyê de ne, min jî xemgîniya xwe hanî zimên. Em wekî welêt, niha di rewşeke gelek xeternak de dijîn. Dem hatiye ku em vê yekê fêm bikin. Niha ev yek bi temamî girêdayî Tirkiyeyê ye û hurmeta min ji biryara Tirkiyeyê re heye.”

Em ê di hezîranê de sozên xwe bi cih bînin

Kristersson di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew nerazîbûna Tirkiyeyê ya li hember endametiya Swêdê ya NATOyê, li ser pirsa xwe wekî kiryarekê nabînin û got,

"Ji ber ku qanûna terorê ya ku wê di 1ê Hezîranê de bikeve meriyetê heye, wê demê em ê sozên xwe yên ji bo Tirkiyeyê bi cih bînin."