Swêd amade ye têkiliyên bi Kurdistanê re xurt bike

02 sibat 2020 19:23
Swêd amade ye têkiliyên bi Kurdistanê re xurt bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi Balyozê Swêdê yê nû li Iraqê Lars Ronnas re hevdîtinek pêk anî.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de hatin kirin û herdu aliyan bal kişandin ser pêwîstiya arambûna Iraq û navçeyê.

Balyoza Swêdê amadehiya welatê xwe ji bo geşepêdana pêwendiyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re û handana weberhênerên welatê xwe ji bo weberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin derbirî.

Serokwezîr Barzanî, hêviya serkeftinê ji Balyozê Swêdê yê nû re di erkên wî de xwest û pesnê rol û beşdariya Swêdê di Hevpeymaniya Navdewletî de bo rûbirûbûna DAIŞê da.