Sûriye | Xelkê Siwêdayê hêzên Rûsî qewirand
08 berfanbar 2022 00:34
PeyamaKurd - Xelkê Siwêdayê ku ev demeke bênavber protestoyên dijî rejîma Esed berdewam dike, hêzên Rûsî yên hatibûn herêmê qewirand.
Hat ragihandin ku xelkê Durzî yê bajarê Siwêdayê ku ev demek e xwepêşandanên dijî hikûmeta Şamê berdewam dikin, hêzên Rûsî yên bo lêpirsîna bûyerên di xwepêşandanan de hatibûn herêmê ji nav bajêr qewirandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, du wesayîtên hêzên rûsî ligel karmendên îstixbarata Sûriyê ji aliyê rojavayê bajêr derbasî gundê Sale yê Siwêdayê bûne daku bûyerên kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan lêpirsînê pêk bînin.
Lê belê xelkê herêmê hêzên rûsî li herêma xwe nexwestine û ew hêzên hatibûn jî neçar mane vegerin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sûriye | Xelkê Siwêdayê daxwaza vekisîna hêzên Samê dike
02 mjd 2025
Jiyan
Sûriye | Xelkê Siwêdayê 39 roj in banga bicihanîna madeya 2254 dike
27 îln 2023
Cîhan
Xelkê Eyn Îsayê hêzên rûsî dan ber keviran
27 brf 2020
Cîhan
Rojhilat | Hêzên Îranê bi peyam û nameyan gef li xelkê Mahabadê xwar
23 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin