Sûriye tehdîd kir, Îsraîl Qubeyên Hesin bicîh kir

24 rêbendan 2019 22:21
Sûriye tehdîd kir, Îsraîl Qubeyên Hesin bicîh kir

PeyamaKurd- Piştî ragihandina rejîma Sûriyê ku Beşar Caferî, temsîlkarê Sûriyê yê li Netweyên Hevgirtî, gef û gura li Îsraîlê xwar û got ku Îsraîl êrîşê Sûriyê bike, wê Sûriye li Tel Avîvê bixe, Îsraîl sîstema Qubeyên Hesin yên parastina hewayî nêzî Tel Avîvê, li bajarê Guş Danê bicîh kir.

Ragihandina xeberê ji aliyê radyo ya Îsraîlê de hat kirin. Ji bilî Guş Danê li başûrê Xezzayê jî sîstemeka Qubeya Hesin hat bicîhkirin. Sedem jî gelek caran ji aliyê rêxistinên li dijî Îsraîlê ve, roket an fuze tên avêtin bo ser axa Îsraîlê.

Li Golanê jî Qubeyên Hesin ji berê de hatine bicîhkirin û roja bazara borî roketek hatibû avêtin bo Golanê lê sîstema Qubeyên Hesin wê îmha kiribû.