Sûriye: Rûsya û Tirkiye bi hevre çavderîya sînor kirin
PeyamaKurd- Li bakurê Sûriyeyê, nêzîkî Rojava hin yekkîneyên girêdayî Rûsyayê ketin herêmên di destê eskeriya Tirkiyeyê de.
Li gorî qenala erebî ya Rusia Todayê, eskerên wezîfeya karê polîsî dikin, li derdora bajarê stratejîk Menbîçê cîhê ku di destê eskeriya tirk de ye dewriye kirine-çavdêrî kirine.
Eskeriya tirk jî di nava rojê de teva eskerên rûsî yên wezîfeya polîsî dikin, li derdora Menbîçê cîhê di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ye dewriye kirin.
Hêzên TSKê li bajarên Maranaz, Ayn Daqna, Kafr Khasher û Mennagh li nêzîka eniyên YPGê xuya bûn. Pişt re li ser dewriyeya Rûs û Tirk vîdeoyek hat belavkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin