Sûriye | Protestoyên Siwêdayê 55 roj in didomin
13 cotmeh 2023 23:08
PeyamaKurd – Li herêma Siwêda ya Sûriyê ku sala 2011an çirûska protestoyên dijî rejîma Sûriyê hatibû vêxistin, 55 roj in xwepêşandan berdewam dikin.
Xelkê Siwêdayê di xwepêşandana xwe ya roja 55an de dubare banga pêkanîna biryara 2254an Neteweyên Yekbûyî bo çareserkirina krîza Sûriyê û çûyîna Beşar Esed kirin.
Hate ragihandin ku li qada Seyr (Keramê) ya Siwêdayê gelek kes kom bûn û banga pêkanîna biryara 2254an, derketina hemû hêzên biyanî ji nav axa Sûriyê kirin.
Herwiha pankartên ′Ola xwedê û welat ji bo tevan e′, ′Eyn Îsa, Dêrik, Amûdê û Til Rifet xwîna me yek e′ hatin hilgirtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sûriye: Li Rojavayê Siwêdayê ser derket
07 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin