Sûriye: Îsraîlê êrîsî Hemayê kir û me jî bersiv da
PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê ragihand, artêşa Îsraîlê şeva borî çend êrîşên esmanî bo ser parêzgeha Hema ya wî welatî pêk anîne û hêzên berevaniya esmanî ya Sûriyê jî bersiva wan êrîşan dane.
Li gor medyaya fermî ya Sûriyê, ew êrîş derengiya şeva Pêncşemê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine encamdan.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê diyar dike ku di êrîşê de 9 kes ji hêzên alîgirê hikûemta Sûriyê hatine kuştin.Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, ku di êrîşa duh şev a bo ser pêgehên leşkerî yên li Hemayê de, 9 kes ji hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve hatine kuştin.
Rêveberê Rewangeha Sûrî, Ramî Ebdurehman ragihandiye, li Mesayif, cihê ku hatiye bombebarankirin, kargehên çekan ên Wezareta Berevaniya Sûriyê û navendên zanistî yên moşekên zewî bo zewî yên menzîlkurt lê hene.
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Îsraîlê derbarê vê êrîşê de ti daxuyaniyek nedaye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin