Sûriye | Bi roketan êrîsî baregeha Rûsyayê kirin

20 gulan 2019 17:20
Sûriye | Bi roketan êrîsî baregeha Rûsyayê kirin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku rêxistina Heyet Tehrîr Şam – Fetîh el Şam (HTŞ-El Nûsra ya berê) ku piraniya herêma parêzgeha Idlibê kontrol dike, bi roketan êrîşî baregeha Rûsya ya Hmeymimê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê milîtanan bi çekên luledirêj û roketavêjan êrîş kirine û 6 roket bi ser baregehê de hatine pekandin.

Wezareta rûsî diyar kir ku êrîş şeva borî li demjimêr 20:00an pêk hatiye û hemû roketên hatine pekandin, ji aliyê sîstema parastina rûsî ve hatine pûçkirin.

Herwiha hat gotin ku sîstema roketavêj a milîtanan jî hatiye ruxandin.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Sûriyê dabû xuyakirin ku wan 18ê Gulanê agirbesteke yekalî ragihandiye, lê hîn jî şer û pevçûnên li herêma Idlibê di navbera hêzên rejîmê û grubên opozîsyonê de berdewam dikin.

Rûsya: Esad agirbest ragihand