Sûriyê bersiva êrîsa Îsraîlê da: Me nehist Îsraîl bigihê armanca xwe
PeyamaKurd - Şeva borî Îsraîlê, bingehên leşkerî yê başûrê paytexta Sûriyê Şamê bombebaran kir. Hikûmeta Sûriyê di derbarê êrîşê de bersiv da û got me nehişt Îsraîl bigihê armanca xwe.
Li gorî daxuyaniya berpirsên dewleta Îsrailê, li devera Golanê ji ber hewldanên derbaskirina sînor, bingehên leşkerî yên Sûriyê bûye armanca bombebaranê. Îsrail bi balafir û helîkopteran, êrîşî bingehên leşkeri yên başûrê Şamê kiriye.
Di derbara êrîşa Îsraîl de Hukumeta Sûriyê dibêje, Îsrail êrîş kir lê sîstema berevaniya esmanî nehişt Îsraîl bigihe armanca xwe.
Herwiha li gor Hikûmeta Sûriyê, di êrîşê de ziyana canî çênebûye, tenê ziyana madî pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin