Sûriye: Amerîkayê bingehên xwe radestî me kirin

16 nîsan 2026 19:32

Artêşa Amerîkayê bingehên xwe yên dawî li Sûriyeyê radest kirin û bi vê yekê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li wî welatî anî, ku ev hebûn nêzîkî 10 salan wekî beşek ji şerê li dijî DAIŞê dewam dikir.

Sûriye: Amerîkayê bingehên xwe radestî me kirin

RûpelNews - Berpirsên amerîkî piştrast kirin ku bingehên leşkerî yên dawî li Sûriyeyê radestî hikûmeta Şamê hatine kirin.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku ew pêşwaziya vê geşedanê dike.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Em pêşwaziya radestkirina tam a wan baregehên leşkerî dikin ku hêzên amerîkî lê bi cih bûbûn, ji bo hikûmeta Sûriyê."

Di daxuyaniyê de her wiha hat tekezkirin ku dewleta Sûriyê niha xwedî wê şiyanê ye ku bi hevkariya civaka navneteweyî têkoşîna li dijî terorê bidomîne.