Sûra Diyarbekirê ji nivîsan tê paqijkirin

09 adar 2019 02:05
Sûra Diyarbekirê ji nivîsan tê paqijkirin

PeyamaKurd- Sûra bajarê Diyarbekirê ku li dora 5.8 km dirêje û bilindahiya wê digihîje heya 11-12 metreyan,li sere gelek nivîs hatine nivîsandin û gemarî bûye. Niha Sûra Diyarbekirê din ava mirata çandî ya UNESCO de ye û bo sûr bê paqijkirin xebat destpêkir. Rêvebirê Rolove û Abîdeyan yê Diyarbekirê Cemil Koç got:

“Texmînê wê li dora 2 mehan ev xebat bajo û wê dîwarê sûra Diyarbekirê paqij bibe. Em naxwazin gênc li ser dîwaran tiştnan binvîsin da gemarî nebin. Nivîs zerarê didin sûrê. Niha em nivîs û boyaxan paqij dikin.”