Suleymanî: Rûnistina bi Amerîkayê re teslîmbûn e
PeyamaKurd - Fermandarê hêza Quds a ser bi Sûpaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî, berevajî gotinên Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf got ku çûna ser masaya danûstanê ligel Amerîkayê tê wateya radestbûnê.
Li gor nûçeya Fars Newsê Qasim Suleymanî di civîna giştî ya fermandar û berpirsên payebilindên hêzên leşkerî û polîsên Îranê de wiha axivî:
“Dijminên me dixwazin bi rêya fişar û dorpêçên aborî ve Îranê bikşînin ser maseya danûstandinan, ku bê guman ev yek jî tê wateya radestbûnê. Lê xelkê me hişyar e û di vê rewşê de danûstandin tê wateya zelûlbûnê.’’
Suleymanî got, çend aliyên dixwazin pirsgirêkê berevajî bikin hene û dijmin divê bizanin Îran welatekî bihêz e û ji aliyê ewlehiyê ve jî pêgihîştiye û divê Amerîka baş bizane ku ew asta ku gef dixwe dê encamên wê jî zêdetir berevajî bin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin