Sudanî û Gerînendehê Banka Navendî yê Iraqê civiyan
PeyamaKurd- Ji Nivîsgeha Ragihandina Serokwezîrtiya Iraqê ve bi rêya daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, bi armanca daxistina buhayê dolarî ya li hember dînarê Iraqî, bi Gerînendehê Banka Navendî ya Iraqê re civiya.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, îro bi Gerînendehê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib re li ser bilindbûna dolarî civiya û Sudanî daxwaz ji Banka Navendî kir ku bergirên pêwîst bigire û çavdêriya bankayan bike, ji bo rê li ber bilindbûna nirxê dolarî bigire ku ev yek zirarê digihîne bazara navxweyî.
Hat ragihandin ku Parêzgarê Banka Navendî di civînê de diyar kiriye ku qeyrana diravê biyanî li hember dînarê Iraqê demkî ye û sedemeke teknîkî û hevdem e ligel karkirina platforma nû ya online û bipaşxistina veguhestinê ji ber betlaneyên Cejina Krîsmisê ye.
Li gorî daneyên qada aboriyê, çend roj in nirxê dolarî li hember dînarê Iraqê bilind dibe û îro nirxê her dolarekî Amerîkî ji bo 16 hezar dînaran bilind bûye. Hat diyarkirin buhabûna rojane ya dolarî jî bandor li ser bazara Iraqê bi giştî kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin