Sûdanî: Pêwiste para Kurdistanê ya ji %12,67 bê sandin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani tevlî bernama televîzyonekî bû û ragihand ku li gor qanûna destûrê û budçê nabe ku mehane bên birin û pêwiste ji %12,67 para Kurdistanê bişînin Herêma Kurdistanê. Sûdanî got:
“Li Bexdayê di mijara rewşa Herêma Kurdistanê de şaş têdigihên. Li gor destûrê nabe mehane bên birîn. Li gor qanûna budçê; para Kurdistanê ji %12,67 e. Ez dibînim ku li Iraqê di ser medyayê de û di asta jor de têgihiştinekî şaş heye. Eger em mehaneyan ne bi budçeyê lê raste rast ji karmendan re bişînin, ev tê vateya ku avahiya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê namîne.”
Sûdanî ragihandina xwe li ser gotina wezîrê darayî yê Iraqê ku gotibû wê mehaneyên meha Sibatê perçe perçe bişînin û ji bo meha bê jî wê hinek daxwaz û şertên wan yên din hebin, kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin