Sûdanî li ser hêzên Amerîkî û Hevpeymaniyê mikur hat: Em hewl didin…
29 berfanbar 2023 21:52
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li ser mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên bi pêşengiya Amerîkayê li Iraqê daxuyanî da.
Li Spanyayê di civîna rojnamevanî ya ligel Serokwezîrê Spanya Pedro Sachez de mikur hat ku ew hewl didin hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Amerîkî ji Iraqê bişînin.
Sûdanî diyar kir, ew niha hewl didin misyona hêzên hevpeymaniyê yên li Iraqê bidawî bînin û got ku niha rewşa wan a ewlehiyê baş bûye.
Herwiha Sûdanî da xuyakirin, ew dixwazin bi hêzên hevpeymaniyê re tenê di warê îstixbarat, perwerde û danûstandinê de piştevaniyê bistînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hêzên Amerîkî li Yemenê 2 endamên Qaîdeyê kustin
30 mjd 2025
Jiyan
Hêzên Amerîkî li Samê bi cih dibin
22 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin