Sûdanê biryarê da ku deriyê Adre 3 mehên din jî bo alîkariya mirovî vekirî be
14 mijdar 2024 01:39
PeyamaKurd – Berdevkê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric, di civîna çapemeniya rojane de ji bo rojnamevanan ragihand ku Sûdanê biryar daye deriyê Adre ji bo 3 mehên din jî vekirî bihêle, NY biryarê bi dilxweşî pêşwazî kiriye û wê sewqiyatên alîkariyên mirovî dewam bike.
Dujarric got ku ji meha Tebaxê heya niha, di derî de 11 hezar ton alîkarî derbas bûye û derî ji bo bi milyonan mirovî girîng e.
Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, di zîrwa COP29ê de bi serokê konseya Sûdanê Orgeneral Abdulfettah el-Burhan re hevdîtin kiriye û jê re behsa girîngiya alîkariya mirovî kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Me biryarê da ku konsulxanê ji Hartûmê bibin Port Sûdanê
06 gln 2023
Jiyan
Li Sûdanê agirbesteke 3 mehî hat ragihandin
25 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin