Stoltenberg: Wê NATO lezê bide sandina sîstemên berevaniya asmanî
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku ew dê di rojên pêş de li dijî êrîşên Rûsyayê sîstemên berevanîya asmanî bidin Ukraynayê.
Jens Stoltenberg di konferansa ewlekariyê ya li Berlînê de, bibîr xist ku Rûsya di demên dawî de bi dronan êrîşî bajarên Ukraynayê dike û zirarê dide binesaziya Ukrayanayê.
Stoltenberg got, ji bikaribin bi wan sîsteman xwe ji dronên Îranê biparêzin, ew ê lezê bidin şandina sîstemên berevaniya asmanî bo Ukraynayê.
Herî dawî rêveberiya Ukraynayê ragihandiye ku heta niha 225 dronên Îranî yên Rûsyayê şandine ser wan hatine xistin, lê Moskow û Tehran red dikin ku dronên Îranê di wan êrîşan de hatine bikaranîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin