Stoltenberg: Swêd ji bo du daxwazên Tirkiyê gavên girîng davêje!
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî hevdîtina ligel Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson li Stockholmê li ser mijara astengkirina endamtiya NATOyê ji aliyê Tirkiyê ve ragihand, Swêdê ji bo du daxwazên Tirkiyê bi cih werîne gavên girîng davêje.
Jens Stoltenberg eşkere kir, Stockholm ji bo du daxwazên Tirkiyê bi cih bîne, ku weke merc danîne pêşiya endambûna Swêdê ya NATOyê, dixebite û gavên girîng davêje.
Stoltenberg da zanîn ku di vê çarçoveyê de, Swêd di qanûna "dijî terorê" de dest bi guhertinan kiriye û herwiha çarçoveyeke qanûnî ya nû amade kiriye, li gorî berpirsyariyên nû yên li hember hevalbendên NATOyê.
Herwiha Stoltenberg destnîşan kir, "Ev du gavên girîng in ku gumanên Tirkiyê wê ji holê rakin."
Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson jî diyar kir,: "Em fikarên Tirkan bi taybetî jî fikarên wan ên ewlekarî yên di warê têkoşîna li dijî terorê de pir cidî dibînin."
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye bi hinceta piştevaniya FETO û PKKê dikin li welatê xwe li dijî endambûna Finlanda û Swêdê ya NATOyê derdikeve ku piştî êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê serlêdana xwe ya fermî bo endamtiyê kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin