Stoltenberg: Rewsa Rojava hestiyar e, divê destkeft nekevin metirsiyê

15 mijdar 2019 22:48
Stoltenberg: Rewsa Rojava hestiyar e, divê destkeft nekevin metirsiyê

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di civîna 30 welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya li Washingtonê de, ragihand ku rast e serkeftineke mezin di şerê li dijî DAIŞê de hatiye bidestxistin, lê hêj jî gefên DAIŞê berdewam in û rewşa herêmên jêr kontrola HSDê hestiyar e ku lazim e destkeft nekevin metirsiyê.

Jens Stoltenberg bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin kontrola HSDê de û diyar kir, li wê derê rewş hestiyar e û divê destkeft nekevin metirsiyê.

Stoltenberg wiha axivî: “Hemû hevpeymanên NATOyê beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne, lê hê jî şer bidawî nebûye û DAIŞ jî hê jî gef e. Rewşa bakurê Sûriyê hê jî hestiyar e. Eşkere ye ku cudahî di navbera hevpeymanên NATOyê de li ser rewşa wê herêmê heye, lê di heman demê de em hevnêrîn in ku divê destkeftên li wir yên di şerê li dijî DAIŞê de hatine bidestxistin bêne parastin.”