Stoltenberg: NATO ji bo Ukraynayê xwedî helwesteke hevgirtî ye

24 adar 2022 21:18
Stoltenberg: NATO ji bo Ukraynayê xwedî helwesteke hevgirtî ye

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di vekirina lutkeya NATOyê ya li baregeha Brukselê de, axivî û ragihand, endamên NATOyê êrîşkariya bêsedem a Kremlînê şermezar dikin û diyar kir ku ew di parastina serwerî û yekparçebûna xaka Ukraynayê de xwedî helwesteke hevgirtî ne.

Stoltenberg got ku ew dê hewldanên xwe yên ji bo bidawîkirina şerê Rûsyayê yê ruxîner bidomînin û eşkere kir, ew dê di lutkeyê de li ser hevkariyên zêdetir bo Ukraynayê gotûbêj bikin.

Herwiha Stoltenberg da zanîn ku li Rûsyayê jî kesên li dijî şer dengê xwe bilind dikin hene ku ew girîngiyê didin wan û destnîşan kir, ew di demeke krîtîk de têne cem hev.

Sekreterê NATOyê diyar kir ku ew niha li gorî rastiya nû ya ewlekariyê li asman, deryayê û bejahiyê zêdetir tiştan dikin.