Stenbol | 3 rojan ser hev 12 kurtefîlmên Kurdî têne pêsandan
PeyamaKurd - Li mekanê bi navê Şa Performans a li Beyogluya Stenbolê 7-8 û 9ê vê mehê bi koordînatoriya derhêner Bilal Korkut pêşandana kurtefîlmên xelatgir ên kurdî tê lidarxistin.
Di çarçoveya vê çalakiya hunerî de, dê di 3 rojan de 12 kurtefîlmên kurdî ên xelatgir bêne nîşandan.
Derhêner Bilal Korkut diyar kir ku armanca lidarxistina vê çalakiya li Şa Performansê ew e ku temaşevan û derhênerên kurd zêdetir hevdu binasin.
Korkut derbarê vê çalakiyê de got, “Em dê li Şa Performansê di 3 rojan 12 kurtefîlmên derhênerên kurd bidin nîşandan. Bi vê mînîfestîvalê me xwest em temeşevanên xwe û derhênerên xwe binasin. Derdê me ew e ku kesên bi sînemayê re eleqadar li hev bicivin û hewdu binasin.”
Hat zanîn dê di pêşandanên kurtefîlman de zêdetir fîlmên ku di nav du salên dawiyê de hatine çêkirin û xelat stendine werin pêşandan.
Korkut dibêje, “Her du mehan carekê em dixwazin ji kurtefîlman guldesteyeke nû bidin pêşandan û bi vî awayî kurtefîlmên kurdî bigihîjin zêdetir temaşevanan.”
Bernameya nîşandana fîlman:


Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin