Steinmeier: Li Almanyayê welatiyên yekem û duyem nînin
Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier tekez kir ku welatiyên alman ên bi eslê xwe koçber in, welatiyên wekhev in û diyar kir, "Li Almanyayê welatiyên yekem û duyem nînin."
RûpelNews - Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier di çalakiyeke li Berlînê ya bi navê 'Mala Me li Almanyayê ye - Em Çawa Bi Hev Re Dijîn' de, derbarê koçberî, welatîbûn û hevjiyanê de axivî.
Steinmeier tekez kir ku koçberên ku paşê welatîbûna alman wergirtine xwedî heman mafên welatiyên din in û got, "Li Almanyayê welatiyên yekem û duyem nînin."
"Destûra me kategoriyeke 'almanên biyolojîk' nas nake"
Steinmeier bal kişand ser wê yekê ku Destûra Almanya li ser bingeha eslê welatiyan di navbera wan de cudahiyê nake û got:
"Destûra me kategoriyeke 'almanên biyolojîk' nas nake. Ne eslê dapîrên me û ne jî xwîna me me dike alman; welatîbûn, zimanekî hevpar û daxwaza jiyana bi hev re di azadiyê de me dike alman."
Steinmeier, tekez kir ew kesên ku ji dayikbûnê ve welatî ne ji ber ku her du dê û bavên wan alman in, bi qasî wan kesên ku paşê di jiyanê de welatîbûna alman wergirtine wekhev in û got: "Her kesê ku hewl dide welatîbûna alman li gorî kategoriyan dabeş bike, ji nîzama me ya destûrî derdikeve."
Gotinên Steinmeier wek peyamek ji bo derdorên rastgirên tundrew hatin şîrovekirin, her çend wî navê wan neanî jî, yên ku nîqaşa li ser statuya welatîbûnê ya almanên bi paşxaneya koçber vekirine.
"Divê her kesê ku destûra wî ya mayînê hebe, bikaribe bibe beşek ji civakê"
Di axaftina xwe ya li ser siyaseta koçberiyê de, Steinmeier tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina wekheviyê di warên wekî perwerdehî, tenduristî û xanî de kir û got, "Divê her kesê ku destûra wî ya mayînê hebe, bikaribe bibe beşek ji civakê. Her kesê ku neçar be biçe, divê bi rastî biçe."
Steinmeier, ku qebûl kir koçberî li hin herêman dikare bibe bar li ser civakê, got ku pirsgirêkên ku ji hevjiyanê derdikevin divê ji aliyê siyasetmedaran ve bi lez û bi biryardarî werin çareserkirin.
"Pêdiviya Almanyayê bi koçberiyê heye"
Steinmeier, bal kişand ser pêdiviyên hêza kar a Almanyayê, girîngiya koçberiyê ji bo aboriya welêt tekez kir.
Steinmeier got, "Ji bo ku sîstem fonksiyonel be, pêdiviya vî welatî bi koçberiyê heye" û destnîşan kir ku nexweşxane, malên lênêrînê û sektora taybet hemû jî hewcedarê keda koçberan in.
Steinmeier diyar kir ku koçberî ji aliyê civakê ve hewldanê dixwaze, lê di heman demê de ew faktoreke ku Almanyayê xurt dike jî ye.
