Soylu: Bi sedema FETÖ yê 511 hezar kes hatin binçavkirin

10 adar 2019 19:43
Soylu: Bi sedema FETÖ yê 511 hezar kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd-Wezîrê karên hındir yê Tirkiyê Suleyman Soylu di mijara rêxistina FETO yê de hinek rêjeyan da. Di nava wan de rêjeya herî zêde ya binçavkiriyan e ku jimara wan ji 16 ê temmûza 2016 an heya niha gihaye 511 hezar kesî. Kesên ku niha ji FETÖ yê di zîndana de ne 30 hezar û 821 kesin.

Soylu ragihand ku FETÖ yê bo temamê dinyayê ragihandine û di beşên dewletê yên ewlekariyê, îstîxbarat, darizandin, zankoyan û medyayê de operasyonên ciddî kirine. Heya niha 38 hezar û 578 kes ji wezîfeyên dewletê hatine îxrackirin. 5 hezar û 679 kes ji wezîfê hatine dûrxistin. Suleyman Soylu weha dewam kir:

“Delîlên nû dikevin destê me, yên dîjîtalên nû…Dibînî rêjeyeka zêde heye û car din em bi ser wê rêjeyê de diçin. Pirtûkxaneyekî me heye. Di derveyê pirtûkxaneyê de mesela bi taybetî sîber ku tê de 1 mîlyon û 800 hezar dîjîtal materyal heye. Me ji vêya 1 mîlyon û 407 hezarê wê derxistiye bê çine. Di welatên Awrûpa de reqemên ku di 1 sal, 2 sal an 3 salan de nakeve dest, me bidest xistiye.”