SOHR: Tirkiyê 120 çekdar xapandin û li sûna Qeterê ew sandin Libyayê
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriye (SOHR) li ser tevgera veguhestina çekdarên opozisyonê yên bi ser Tirkiyê ve ragihand, Tirkiyê bi dehan çekdarên sûrî xapandine daku wan ji bo erkeke hêsan a parastina avahiyan bişîne Qeterê, lê berê wan çekdaran daye Libyayê.
SOHRê diyar kir ku istîxbaratên Tirk nêzî 120 çekdarên alîgirên Enqereyê xapandine û bi wan re li hev kiriye ku dê wan ji bo parastina saziyên sivîl bişîne Qeterê. Lê belê di dema derketina wan ji herêma Efrînê dîtine ku berê wan ber bi Lîbyayê ve ye, da ku piştevaniya hêz û komên hikumeta Wîfaqê ya Terablusê bikin.
Li gorî rapora SOHRê istîxbarata dewleta Tirk herî kêm nêzî 120 çekdarên ji komên Suleyman Şah, Feyleq El-Şam û Sultan Murat ji herêma Efrînê ber bi Tirkiyê ve veguhastine û piştre ber bi Lîbyayê ve ew şandine.
Li gorî SOHRê hejmara çekdarên heta niha bo Lîbyayê hatine şandin, nêzî 17 hezar û 420 çekdarên opozisyona sûrî ne û ji wan 350 zarok in û kêmî 18 saliyê ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin