SOHR: Polîsên Rûsî ji Seraqibê bi temamî vekisiyan, 9 leskerên Sûrî hatin kustin

04 adar 2020 21:25
SOHR: Polîsên Rûsî ji Seraqibê bi temamî vekisiyan, 9 leskerên Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê piştî rojekê ku dewriye li Seraqib a ketiye kontrola rejîmê gerandin, vê sibehê vekişiyan.

Li gorî SOHRê ji ber êrîşên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê bi ser hêzên rejîmê de, polîsên leşkerî yên Rûsyayê jî bi temamî vekişiyan.

SOHRê ragihand ku di encama bombebarana balafirên Tirkiyê yên ser xalên rejîmê li bajarokê Seraqibê û bejahiya rojhilatê Idlibê 9 leşkerên rejîmê hatine kuştin. 

Çavkaniyên herêmî radigihînin ku li eniyên rojavayê Seraqibê li Tirinbê û derdora bajêr ji aliyê eniya Îfis a bakurê rojavayê Seraqibê ve şerekî dijwar diqewime.