SOHR: Li Libyayê 129 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kustin

20 adar 2020 00:25
SOHR: Li Libyayê 129 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama şerê li paytexta Lîbya Trablûsê de 129 çekdarê sûrî yên Tirkiyê ew şandine, hatin kuştin.

SOHRê ragihand ku çekdarên hatine kuştin ên Lîwa El-Mutesim, Firqet Sultan Murad, Seqir El-Şemal, Hemzat û Silêman Şah in.

Li gorî SOHRê hejmara kesên tevlî artêşê bûne, li gorî jimara Tirkiyê diyar kiriye ji 6 hezar çekdaran zêdetir e, lewma fonên çekdarên sûrî yên ku şandine şerê li Lîbyayê hatine kêmkirin.

SOHRê diyar kir ku di demên derbasbûyî de jimara çekdarên ku gihîştine paytexta Lîbyayê heta niha bûye 4 hezar û 750 ku çekdarên li Tirkiyê tevlî perwerdeyê dibin jî hejmara wan gihîştiye hezar û 900 çekdaran.