SOHR: Li Efrînê 12 girtiyên DAISê bi alîkariya çekdaran reviyan
29 adar 2024 19:16
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 12 endamên DAIŞê ji girtîgeheke li navçeya Bilbilê ya Efrînê reviyane ku ew girtîgeh di bin kontrola komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve de bû.
Li gorî SOHRê komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike, alîkariya wan girtiyên DAIŞê kirine da ku birevin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, sala borî jî 20 girtiyên DAIŞê ji girtîgeha Reco ya li bakurê Helebê reviyabûn. Li gorî çavkaniyan wê demê jî berpirsên girtîgehê alîkariya wan kiribûn û li beramberî hezar heta 3 hezar dolaran û hinek ji wan jî bi bedêla 10 hezar dolaran hatibûn revandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li gundewarê Efrînê di navbera hêzên Samê û DAISê de ser derket
24 mjd 2025
Cîhan
Çeteyên DAISê hewl da girtiyên xwe yên li Kampa Holê birevînin
19 rbn 2025
Jiyan
SOHR: Li deverên kontrola Samê li ser dîwaran nivîsên DAISê hene
30 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin