SOHR: Di êrîsa Îsraîlê de 11 leskerên rejîma Sûriyê hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên doh 8ê Hezîranê de ku li gundewarên Humsê pêk hatin, 11 leşkerên hêzên rejîma Sûriyê û milîsên Dîfaa El-Wetenî hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku Îsraîlê cebilxaneya Hizbullaha Lubnanê li başûrê Humsê kiriye armanc û rewşa hin birîndaran jî giran e ku li gorî agahîyan gelek kuştî jî hene.
SOHRê îro danê sibehê jî dabû xuyakirin ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li dijî baregehên leşkerî yên girêdayî parastina hewayî li başûrê gundê Xirbet El-Tîne yê gundewarên Humsê de 8 leşkerên hêzên rejîmê û milîsên Dîfaa El-Wetenî hatine kuştin.
SOHRê herî dawî ragihandiye ku hejmara kuştiyan bûye 11 û hejmarek zêde jî birîndar hene ku rewşan hinekan giran e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin