SOHR | Di du hefteyan de 4 karwanên leskerî ji HSDê re hatin sandin
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwaneke dina a alavên leşkerî û lojîstîkî bi dehan barhilgiran ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re şand.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) di raporeke xwe de belav kir ku Hevpeymaniya Nvadewletî nêzîkî 60 barhilgiran alîkarî û alavên leşkerî û lojîstîkî tevî 10 tankerên sotemeniyê derbasî navçeyên HSDê yên rohilatê çemê Firatê kiriye.
SOHRê da xuyakirin, piştî rizgarkirina bajaroka Baxozê ku devera dawî ya destê DAIŞê bû, ev karwana 4emîn a leşkerî û lojîstîkî ye dişîne navçeyên HSDê yên rojhilatê Firatê.
HSDê roja 23ê Adara serkeftina dawî ya DAIŞê li Baxozê ragihandibû.
Ji wê demê ve Hevpeymaniya Navdewletî bi zêdetirî çar karwanên leşkerî ku 560 barhilgir zêdetir in alîkariyên leşkerî ji HSDê re dişîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin