SOHR: Çekdaran du keçên ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin revand

20 îlon 2020 22:56
SOHR: Çekdaran du keçên ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin revand

PeyamaKurd - Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê 2 keç ji bajarokê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê revandin û ew birin cihekî nediyar.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, 2 keçên ji Hesekê dixwestin bi riya Girê Sipî derbasî Tirkiyê bibin ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.

SOHRê daye xuyakirin ku nayê zanîn çekdaran ew her du keç bi ku ve birine û çarenivîsa wan ne diyar e.