Siyasetmedarê Kurd Nedîm Zehawî, derbasî kabîneya nû bû
PeyamaKurd- Siyasetmedarê Kurd Nedîm Zehawî, di kabîneya nû ya Îngiltereyê de dest bi peywirê kir.
Duh, li Îngiltereyê kabîneya nû ya Partiya Muhafazakar hatibû ragihandin û Serokwezîra nû ya kabîneyê ku rêbera partiyê ye jî dest bi kar kiribû. Siyasetmedarê Kurd Nedîm Zehawî ku di kabîneya berê de wezaretiya darayî, perwerdehî û belavkirina derziyên Covid-19ê kiribû, di kabîneya nû de jî hat erkdarkirin.
Zehawî, di kabîneya nû de wekî Şêwirmendê Doknişîna Lankaster (Lancaster) hatiye destnîşankirin ku ofîsa kabîneyê birêve dibe û piştî posta serokwezîrtiyê posta herî bilind a di nav hikûmeta Brîtanya de ye. Ji bilî vê jî wekî Wezîrê Wekheviyê û di heman demê de Wezîrê Têkiliyên Navbera Hikûmetan (herêmên Brîtanyayê) e.
Nedîn Zehawî, piştî hatina ser erkên xwe yên nû, li ser hesabê xwe yê medyay civakî peyamek belav kir û got,
“Wekî ku Serokwezîr Liz Truss dibêje, em ê vê hefteyê qeyrana enerjiyê bigirin dest û dest bi tevgerê bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin