Siûdî û Amerîkayê dest bi tetbîqateke leskerî ya hevbes kirin

06 îlon 2022 16:02
Siûdî û Amerîkayê dest bi tetbîqateke leskerî ya hevbes kirin

PeyamaKurd – Hêzên asmanî û bejahî yên Siûdiye û Amerîkayê, li navenda leşkerî ya Hêzên Asmanî ya Melik Feysel ya li Bakûrê Siûdiyeyê dest bi tetbîqateke leşkerî ya hevbeş kirin.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyeyê li ser twitterê ragihand, îro 6ê Îlonê hêzên asmanî û bejahî yên Siûdiye û Amerîkayê, li navenda leşkerî ya hêzên Asmanî ya Melik Feysel ya li Bakûrê Siûdiyeyê dest bi tetbîqateke leşkerî ya hevbeş kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, armanc ji tetbîqata hevbeş berfiretir û bihêztirkirina asta hevkarî û hemahengiya leşkerî ya di navbera her du aliyan de ye.