Siûdî name ji NY re sand: Berpirsê êrîsan Îran û …
PeyamaKurd – Erebistana Siûdî piştî êrîşên doh yên bi ser kargehên petrolê de nameyek ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şand.
Di nameyê hat diyarkirin ku berpirsê êrîşan Îran û Hûsîyên Yemenê yên girêdayî Îranê ne
Di nameya ku ji aliyê Nûnerê Daîmî yê Erebistana Siûdî li KENYyê Abdullah bin Yahya el-Muallimi ve hatiye pêşkeşkirin de, hat gotin, berpirsê wan êrîşan Îranê û mîlîseyên Hûsî yên girêdayî wê ne.
Herwiha Televizyona El-Mesîre ya Hûsiyan ragihandibû ku 7 êrîşên hewanan bi ser armancên girîng ên Siûdî de hatine kirin.
Li ser êrîşên ku li avên Îmarat bi ser 4 keştiyan de hatibûn kirin jî Siûdî û Îmarata Erebî nameyek ji Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres re şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin