Siûdî biryara Amerîkayê red kir û got: Dixwazin rola me...

17 berfanbar 2018 11:20
Siûdî biryara Amerîkayê red kir û got: Dixwazin rola me...

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî piştî biryara Senatoya Amerîkayê, ya ku Prensê Welîehd Selman wekî berpirsê kuştina Cemal Kaşikcî dibîne, daxuyaniyek weşand û biryara Amerîkayê red kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Qralîyet mudaxeleyên wiha eşkere û piçûkdîtina rola Qraliyeta Siûdî di qada navdewletî de, red dike.”

Wezareta Derve ya Siûdî di daxuyaniyê de balê dikişîne ser ku senatoya Amerîkayê bi îdiayên nehatine piştrastkirin biryareke derxistiye û ev jî tê wateya destwerdana karên navxweyî yên Siûdî û rola Qraliyetê piçûk dibîne.