Silêmaniye | Ser di navbera hêzên asayîs û hêzeke bi navê Hêza Altûn de derket
10 sibat 2021 17:59
PeyamaKurd – Li gor zanyariyan, îro li rawestgeha Taslûce ya bajarê Silêmaniyê, şer di navbera hêzên asayîş û hêzeke bi navê Hêza Altûn de derket.
Çavkaniyên nefermî diyar dikin: ‘‘Piştî ku hêza Altûn (Hêzeke ser bi YNKê ve ye) li rawestgeha asayîşê rawesta, ji ber sedemeke nediyar, nîqaş û tengezarî di navbera wan her du hêzan de derket û pişt re şer derket û di encamê de 4 kes birîndar bûn ku hîn ne diyar e ew birîndar ser bi kîjan hêzê ve ne. Lê niha birîndar bo nexwaşxaneya beşa lezgîn a Silêmaniyê hatine veguhestin.
Li gor agahiyan, şer bi kêran hatiye kirin û di encamê de birîndarekî navê wî Şaxewan û 30 salî, can daye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Silêmaniyê di navbera polîs û hêzên asayîsê de pevçûn derket
25 hzr 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin