Silêmanî | Di depoya teqemenî û çekan de teqîn çêbû
04 cotmeh 2020 17:07
PeyamaKurd - Îro Yekşemê ji ber i nehiyeya Tasluce ya Silêmaniyê, di embareke çek û teqemeniyan de teqîneke mezin çêbû.
Hat zanîn ku di depoyeke çek û teqemeniyan a Yekîneyên 70 yên Pêşmerge li nêzîkî Teslûcê de teqînek pêk hatiye û tîmên bergiriya şaristanî çûne cihê bûyerê û hewl didin rewşê kontrol bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêza 70 Mistefa Çawreş ragihand, “Îro komgeheke hêzên me li Silêmaniyê teqiya, lê heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn. Ji bo lêkolînkirin di bûyerê de were kirin, me komîteyek pêk anî û piştre encamên lêkolînê belav dikin.”
Li gor zanyariyan çekên ku bi kar nehatine dema ji depoyê hatine derxistin teqînek çêbuye û agir bi wê embara çekan ketiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rûsyayê di kargeha çekan de teqîn: 45 kes birîndar bûn…
09 tbx 2023
Cîhan
Li Silêmanîyê zilamekî ji ber teqîna mîneke çandî lingê xwe ji dest da
27 nsn 2023
Jiyan
Kuba | Li depoya çekan teqîn: 13 lesker winda ne
08 rbn 2025
Magazîn
Li Besra ya Iraqê di depoya petrolê de teqîn çêbû: 1 kustî, 7 birîndar
26 cot 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin