Sêwirmendê Trump û Erdogan hevdîtinek pêkanîn
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump û zavayê wî Jared Kushner li Tirkiyê li gel Serokê Receb Tayîb Erdogan civiya.
Îro Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump û zavayê wî Jared Kushner di serdanekê de geheştibû Tirkiyê û ji aliyê berpirsên wî welatî pêşwazî lê hatibû kirin û li koşka serokatiya Tirkiyê li gel Erdogan civiya.
Li gor daxuyaniya serokatiya Tirkiyê şêwirmendê Trump babetên kirîza Sûriyê û biryara vekişîna ji wî welatî û pêwendiyên herdu welatan li gel Erdogan gotûbêj kirin
Tê çaverêkirin ku, Kushner di çarçoveya gera xwe ya li Rojhelata Navîn de, piştî Tirkiyê serdana Qeter, Îmarat, Siûdî û çend welatên jî bike û tê destnîşankirin, bo pêkanîna vê planê 65 milyar dolar hatine terxankirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin