Sêwirmendê Erdogan sertê Tirkiyê bo danûstandin bi HSDê re eskere kir

24 îlon 2019 15:10
Sêwirmendê Erdogan sertê Tirkiyê bo danûstandin bi HSDê re eskere kir

PeyamaKurd - Şêwirmendekî Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ew danûstandinê bi HSDê re nakin, heta ku HSD ji navçeyên sînorî venekişe.

Şêwirmendekî Serokomarê Tirkiyê bi navê Yasîn Aktay ji ajansa rûsî Spûtnîkê re ragihand, Amerîka gelek pere bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xerc kirine, ji ber wê jî Amerîka dest ji wan bernade.

Aktay diyar kir, welatên Ewropî dixwazin danûstandin di navbera Tirkiyê û HSDê de destpê bike, lê Tirkiye qebûl nake danûstandinên rasterast bi HSDê re bike.

Wî şêwirmendê Erdogan da xuyakirin ku Tirkiye naxwaze dewleteka kurdan li rojhilatê Firatê bê avakirin, ji ber Tirkiye dixwaze HSD dest ji çekên xwe berde û hêzên xwe hilweşîne.

Bi gotina wî berpirsê tirk, divê HSDê li 'herêma ewle' nemîne û heger Amerîka dixwaze wan biparêze, divê HSD li navçeyên sînorî nemîne, wê demê Tirkiye ji her danûstandinekê re amade ye.