Sêwirmendê Erdogan: Aksener rayên Kurdan nastîne!

01 hezîran 2018 15:20
Sêwirmendê Erdogan: Aksener rayên Kurdan nastîne!

PeyamaKurd- İlnur Çevik ê Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got ku ti caran Meral Akşener nikare rayên Kurdan bistîne. Lewra ti caran xwe nade ber milê HDPê.

Şêwirmendê Erdogan İlnur Çevik li ser polîtîkaya Kurdan ya Meral Akşener nivîsek nivîsî û wiha got:

“Meral Akşener dibêje ez ê rayên Kurdan bistînim. Lê ev ne mimkun e. Lewra ti caran nêzîkî HDPê nabe. Di beyannameya xwe ya hilbijartinê de di 134 rûpelan de, tenê carekê jî navê Kurdan derbas nabe. Lê belê dibêje Kurd wê rayên xwe bidine min. Bi rastî ez şaş bûm. Jixwe ji ber ku di salên 90an de ew li îqtîdarê bûn, gelê Kurd zêde ji wê nefretê dike. Lê îro jî xwe ji pirsa Kurdî dûr dike. Nabêje ez ê Pirsgirêka Kurdî çareser bikim. Tenê dibêje ez ê Pirsgirêka Başûrê Rojhilatê çareser bikim. Lê nabêje ez ê vî karî çawa bikim.”