Sêwaz | Ji ber berdewambûna berfa zêde rêyên 74 gundan hatin girtin
04 rêbendan 2022 17:02
PeyamaKurd – Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berdewambûna berfa zêde, rêyên 74 gundan hatin girtin.
Li gor Rêveberiya Îdareya Taybet a Sêwazê diyar kir, ji ber berdewambûna berfa zêde li navçeyên Qoçgirî, Qenxal, Macîran û Girînê, rêyên 74 gundan hatine girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Sêwazê, ji bo vekirina rêyên gundan bi 32 greyder, 22 barhilgir, 6 dozer, 7 makîneyên kar, 26 barhilgirên veguhestinê û 136 fermanberan li ser karûbarên xwe berdewam in.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, rojên dawî berfeke zêde bariya ye û pileya germê bi şevan heta 25-30 pile dadikeve bin sifrê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji ber berfa zêde rêyên zêdetirî hezar û 500 gundan hatin girtin
16 rbn 2022
Cîhan
Li Sirnexê ji ber barîna berfa zêde rêyên 20 gundan hatin girtin
24 brf 2021
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin