Serokwezîrê Îsraîlê yekem car bi fermî serdana Îmaratê dike
12 berfanbar 2021 20:04
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett ragihand ku ew wekî serokwezîr di dîroka Îsraîlê de yekem car serdaneke fermî bo Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî (Îmarat) dike.
Bennett di civîna kabîneya xwe de îro Yekşemê ragihand, "Ez ê îro wekî serokwezîrê Îsraîlê yekem serdana fermî bo Îmaratê bikim.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî peymana aştiyê û asayîkirina pêwendiyên her du welatan, ev yekem serdana pilebilind a fermî ye ku bo Îmaratê tê kirin.
Li aliyê din Nivîsgeha Serokwezîriya Îsraîlê jî ragihandiye ku wê Bennett roja Duşemê serdana Îmaratê bike û ligel şahnişînê Ebû Dabî Şêx Muhamed bin Zayet el Nehyan bicive.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Papa Leoyê 14em gihîst Enqereyê: Yekem serdana wî ya fermî dest pê kir
27 mjd 2025
Jiyan
Wezîrê Derve yê Amerîka yekem serdana derve bo Îsraîlê kir
16 sbt 2025
Rojhilata Navîn
Îdia: Trump destûra lêdana Îranê bi fermî daye Îsraîlê
05 rbn 2026
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin