Serokwezîrê Brîtanyayê: Dibe ku şerê Îranê demekê bidome
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer diyar kir ku şerê di navbera Dewletên Yekbûyiyên Amerîka (DYA), Îsraîl û Îranê de dibe ku demekê bidome.
RûpelNews - Serokwezîr Starmer di rûniştineke Komîteya Têkiliyê ya Parlamentoya Brîtanyayê de bersiva pirsên parlamenteran da.
Di daxuyaniyên xwe de Starmer daxwaza xwe anî ziman ku şerê di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de di zûtirîn dem de bi dawî bibe û destnîşan kir ku ew pêşwaziya raporên derbarê danûstandinên berhemdar ên di navbera DYA û Îranê de dike. Serokwezîrê Brîtanyayê her wiha tekez kir ku welatê wî ji van danûstandinan agahdar e.
Ji Starmer hat pirsîn ka gelo Brîtanya bawer dike ku pevçûnên li herêmê li şûna rojan an hefteyan, dikarin bi mehan bidomin an na.
Keir Starmer bersiv da û got, "Ez bawer dikim ku divê em hemû bala xwe û enerjiya xwe bidin ser kêmkirina aloziyê di zûtirîn dem de, lê divê em bi wê îhtimalê re plansaziyê bikin ku rewş dikare ji bo demekê bidome."
Starmer diyar kir ku ji dema destpêkirina pevçûnan di meha borî de, wî ji tîma xwe re gotiye ku nekevin bin bandora "hesteke derewîn a rihetiyê ku ev yek dikare zû û zû bi dawî bibe".
Starmer her wiha anî ziman, "Ev ne şerê me ye û em dê neyên kişandin nav wê."
Peyamên Trump
Serokê DYAyê Donald Trump diyar kiribû ku welatê wî di du rojên borî de bi rêveberiya Tehranê re "gotûbêjên pir berhemdar" li ser "çareserkirina dijminatiyên li Rojhilata Navîn" pêk anîne.
Trump ragihandibû ku, li dû serkeftina danûstandinan, yên ku wî wekî "kûr, berfireh û avaker" pênase kiribûn, wî ferman dabû Wezareta Parastinê ku her cure êrîşên leşkerî yên li dijî santralên elektrîkê û binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo heyama pênc rojan paş bixe.
