Serokwezîr pêswaziya nivîskar û saîr Jan Dost kir
27 mijdar 2025 11:36
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helbestvan û nivîskar Jan Dost re li ser rola rewşenbîran di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de axivî.
Mesrûr Barzanî doh (Çarşem, 26ê Mijdara 2025an) pêşwaziya nivîskar û helbestvanê Kurd Jan Dost kir.
Di hevdîtinê de, tevgera çandî ya li Kurdistanê û rola rewşenbîran di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de hate nîqaşkirin.
Serokwezîr Barzanî pesnê berhemên nivîskar û helbestvan Jan Dost da û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina çand û hunerê, piştgiriya rewşenbîran, azadiya derbirînê û pêşxistina çalakiyên çandî dubare kir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswaziya sandeya Senatoya DYAyê kir
05 gln 2024
Magazîn
Nivîskar Jan Dost li Diyarbekirê bi xwendevanên xwe re civiya
19 rbn 2025
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin